Ekîba Hêvî dikaribû 39 ton dermanên girîng, bi awayekî lezgîn radestî Rojava bike.
Derman radestî Desteya Tenduristiyê li Kantona
Cizîrê hat kirin û pêwîstiyeke lezgîn pê hebû.
Di nav dermanan de Ensolîn, dijmekrob û Avsîn
hebûn.
Komkirina derman piştî bangawaziyên lezgîn ji
hemû desteyên tenduristiyê yên Rojava hat kirin bi taybet bajarê Kobanê ku
demek dirêj e derman lê pir kêm e.
Ekîba Hêvî dê alîkariya tenduristiyê ji bo
gelê herêmê bidomîne, lê ji ber zehmetiyên sînor û hejmara koçberên li herêmê
dimîne desteka tenduristiyê girîntirîn mijar e û pêwîstiya herî girîn di vê
demê de dermanên avisînkirina zarokan.