Piroje
Saziya Hêvî alîkariyên lezgîn li koçberên Efrînê belav kir
Aug 01, 2018
Saziya Hêvî alîkariyên lezgîn li koçberên Efrînê belav kir
Ji ber êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrîn gelek welatî neçar man koçberî herêma Şehbayê bibin.
 
The supplies on route to IDPs in Shahba region. 
 

Li gorî raporên saziyên mafên mrovan ên navdewletî hejmara koçberan zêdetirî 350,000 in û di bin şert û mercên dijwar de dijîn.

Koçberên Efrînê li ser rêkan bê xwarin, vexwarin û cih dimînin.

Her wiha ji ber rewşa ewlekariyê ya xirab li Şehbayê, gelek rêxistinên navdewletî nepejirandin li wir kar bikin ji ber vê erkê destekê li ser milê rêxistinên herêmî yên wekî Heyva Sor ma û ew jî her bangawaziya alîkariya lezgîn dike. 

Ji bilî koçberên Efrîn ji welatiyên wê, rêveberiya bajêr alîkariya 150,000 koçberên ji Heleb û Idlibê yên ku ji ber şerê Sûriyê reviyabûn dikir.

Niha gelek koçberan berê xwe dane Kobanê û gelek hewildan hene ku bi awayekî demkî werin bicihkirin.

Tevî ku welatiyên Kobanê û gundewarên wê alîkariyeke baş bi wan re kirin lê hîna pêwistiyên wan ên bingehîn hene.

Saziya Hêvî bi awayekî demildest desteka koçberên Efrînê kir û gelek pêwistiyên wan ên wekû ( mitêl – ava vexwarinê – kon – doşeg û alavên xwarinê ) bi cih anî.

Hîna gelek pêwistiyên Efrîniyan hene yên girîn jî ev in:

Şîr û xwarinên zarokan – paçên zarokan – cil – pêlav û alavên paqijiyê 
 
 
The aid trucks travelling through Kobane city to reach Afrin IDPs in Shahba region. 
 
 
 
 
 
 
 
Piroje
Saziya Hêvî avakirina zanîngeha kobaniyê berdewam dike
Sep 11, 2018
Saziya Hêvî avakirina zanîngeha kobaniyê berdewam dike
Rê û RESMA VEKIRINA PIROJEYA AVAKIRINA ZANîNGEHA KOBANIYê
Aug 01, 2018
Piştî du salan ji ked û xebata Saziya Hêvî ya ji bo avakirina zanîngehakê li kobaniyê û piştî dabînkirina zemîn û daneyên vê pirojeyê, îro 04.04.2018, saziya Hêvî bi rêûresmeke girseyî, projeya avakirina zanîngeha Kobaniyê vekir.
Saziya Hêvî serdana Gundê Jinan (Jinwar) dike.
Aug 01, 2018
Saziya Hêvî li ser hîmên piştgrî û alîkariya Zarok û Jinan hatiye avakirin û bi hemî hêz û şiyanên xwe hewl dide ku Zarok û Jinan bi pêş bixe ji ber ku ew herdu him pêşeroj û him jî hîmê pêşxistin û sazkirina civakê ne. Her wiha , saziya Hîvê gav bi gav hemî piroje û mekanîzma rêveçûna pirojeyên ku avêtiyê ser milê xwe dişopîne.
Saziya Hêvî piştgiriya avakirina gundekî jinê yê bi navê ( JINWAR) dike
Aug 01, 2018
Di encama şerê li Sûriyê gelek jin rastî kirîzên canî, civakî, aborî û derûnî hatin.
Saziya Hêvî danişgehên xwendinê ji dibistanê Kobanê re dikire
Aug 01, 2018
Saziya Hêvî bi awayekî kordînekirî bi desteya perwerdeyê ya Kobanê re kar dike ji bo pêwistiyên zarokan ên xwendinê bi cih bîne.
Saziya Hêvî berdewam e di pêşkêşkirina alavên bingehîn ji bo dibistanên Kobanî
Aug 01, 2018
Ekîba saziya Hêvî vê hefteyê pêwîstiyên girîng radestî dibistanan kir.
Saziya Hêvî alîkariyên lezgîn li koçberên Efrînê belav kir
Aug 01, 2018
Ji ber êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrîn gelek welatî neçar man koçberî herêma Şehbayê bibin.
Saziya Hêvî piştgiriya Mala Jin li Kobanê dike
Aug 01, 2018
Saziya Hêvî vê hefteyê alîkariyeke dewlemend pêşkêşî Mala Jin li Kobanê kir, di nav de Laptop, pirînt, danişgeh, qazanên avê û gelek tiştên cuda hebûn.
Saziya Hêvî Pirînt li dibistanên Kobanê belav kir
Aug 01, 2018
Piştî ku desteya perwerdeyê li Kobanê daxwaza destekên girîn ji bo dibistanan kir, saziya Hêvî pirînt li dibistanan belav kir
Saziya Hêvî 39 ton derman radestî Rojava kir
Aug 01, 2018
Ekîba Hêvî dikaribû 39 ton dermanên girîng, bi awayekî lezgîn radestî Rojava bike.