Saziya Hêvî bi awayekî kordînekirî bi desteya perwerdeyê ya Kobanê re kar dike ji bo pêwistiyên zarokan ên xwendinê bi cih bîne.
Di dema borî de saziya Hêvî li ser daxwaza
desteya perwerdeyê danişgeh û pirtûkxane ji dibistanên Kobanê re kirî, hejmara
danişgehên hatî xwestin 2000 bû û di halê hazir de nêzî 300 danişgeh hatin kirîn.
Tevî vê hejmar zêde ye û pêwistiya bi destekê
heye.
Gelek danişgehan ziyanên mezin dîtin hejmarek ji wan dikare were sererastkirin. Her wiha
gelek zarok ji xwendin dûr mane ji ber pêwistiyên girîng tune ne.
Gelek dibistan li gundewarên Kobanê ji ber
rewşa şer hatin xirakirin ne bi ewle ne û pêwistiya wan bi avakirinê heye berî
ku xwendin lê were kirin.
Wekû saziya Hêvî em hêvîdar in ku em bikaribin
desteka qada perwerdeyê li Bakurê Sûriyê bidomînin.