Saziya Hêvî li ser hîmên piştgrî û alîkariya Zarok û Jinan hatiye avakirin û bi hemî hêz û şiyanên xwe hewl dide ku Zarok û Jinan bi pêş bixe ji ber ku ew herdu him pêşeroj û him jî hîmê pêşxistin û sazkirina civakê ne. Her wiha , saziya Hîvê gav bi gav hemî piroje û mekanîzma rêveçûna pirojeyên ku avêtiyê ser milê xwe dişopîne.
Rêveberiya
HêVî di 22 ê tîrmehê de serdana Gundê Jinê kir û pêşketinên dawî şopandin. Di
serdanê de, Rêveberiya Saziya Hêvî ji hêla berpirsa pirojeya Gundê Jinê (Romet)
ve hate pêşwazîkirin. Her
wiha hate gotûbêjkirin ka çi ava bûye, piroje gihîştiye kîjan qonaxê, çi maye û
çi tişt pêwîst e ku Saziya Hêvî pêşkêş bike.
Gundê jinê ji
bo jinên lawaz û bê xemxwur hatiye avakirin. Dê ev Gund perwerdeyên pîşeyî,
perwerdehî, tendurustî bide wan jinên bê
xemxwur û sitembar. Her wiha, dê ev gund pirojeyên biçûk bide pêş wan Jinên perwerdekirî da ku karibin xwe bi rê ve
bibin û bibin endamên çalak di civakê de.
Hêjayî gotinê
ye ku gundê jinê(Jinwar) jî ji hêla saziya Hêvî ve hate dîzaynkirin û saziyê gelek
alîkarî pê re kir da ku ew gund bê
avakirin. Jinwar li Rojavayê dirbêsiyê (Rojavayê Kurdistanê ye) û niha di qonaxên dawîn de ye.