Piştî du salan ji ked û xebata Saziya Hêvî ya ji bo avakirina zanîngehakê li kobaniyê û piştî dabînkirina zemîn û daneyên vê pirojeyê, îro 04.04.2018, saziya Hêvî bi rêûresmeke girseyî, projeya avakirina zanîngeha Kobaniyê vekir.
Di vê rêûresmê
de, gelek saziyên rêveberiya xweser, serokatiya rêveberiya xweser, şaredariya
mezin a kobaniyê û gelek saziyên civaka sivîl û dezgehên ragihandinê amade bûn.
Rêvebirê
cîbicîkar, endezyar, Çoman Kenanî li
pêşberî girseya mêvanan axivî û got ku ev bû 2 sal in em xebatên vê pirojeyê
dimeşînîne, gelek dost û kesayetên kurd alîkariya xwe bo pirojeyê ragihandine,
saziya Ibrahîm Ehmed û Parezgeha Silêmaniyê soza pere, şîş û Çimento, misoger
daye me. Kenanî di berdewamiya axaftina
xwe de zelal kir û got ku ev qonaxa yekemîn a zanîngehê tê destpêkirine û di vê qonaxê de , rûberê 10,000
m2 bê xebitandine û dê bi rûberê 3500 du blokên avahiyan werin lêkirin da ku
têrî 5000 xwendekar û Qutabî bike.
Dê qonaxa
yekemîn ji avakirina zanîngehê dê nêzî du salan bibe û em hêvî dikin ku di demê
de biqedînin.
Hêjayî gotinê
ye ku ev piroje (pirojeya avakirina zanîngeha kobaniyê) heta niha yekemîn
pirojeya perwerde û perwerdeya bilind, li ser asta Rojavayê Kurdistanê ye .
Her wiha piştî ku piroje bi dawî bibe, dê
desteya perwerdeya bilind li kobaniyê serperestiyê bikê û li gorî şiyanan,
dabêşî kolej û beşan bike.