Di der barê saziya me de
Ne komeleyeke xêrxwaziyê ye,
lê belê saziyeke ku hêviyê diafirînê.
Saziya Hêvî pişta xwe dide sê hîmên sereke û stratêjîk:
alîkariya bi jinê re, zarokan re û her wiha pêşkêşkirina xizmetên tenduristî ji tevahî civakê re.
Em bi piranî destekê didin endamên paşguhkirî yên di civaka bi şer re, rûbirû maye weke, jin, zarok, koçber, kêmnetewe, astengdar, birîndar û yên ku di vî şerî de hatine deformkirin.

Ji ber gelê berxwedêr yê ku li ser axa xwe dijî û ji bo demokrasî û mafê jinê di nav civakê de, têdikoşe û her wiha kedê ji bo  geşedanên dûrûdirêj rêj dike bi armanca ku şiyanên xwecihî li gorî her sê rêgezên navborî, ava bike, me dest bi kar kir.

Em di wê bawerıyê de ne ku her endamek ji civakê nijad, temen, bawerî, rêgezê wê/wî çi dibe bila bibe, mafê wî/wê yê jiyanê tevî dabînkirina pêdeviyên sereke heye û di divê bi şanazî û bê stûxwarî bijî. Tevî şer, binpêkirin û qîrkirinên heyî jî, jiyan bi hêvî û asoyên pêşerojê yên ronî dagırtî ye.

Bi armancadestek-kirina hemî pêkhateyên civakê, me dest bi avakirinasaziya xwe kir û dest bi kar kir, armanca me ew e ku em çîn, pêkhate û endamên paşguhkirî yên civakê wek jin û zarokan destek bikin û pirojeyên xizmetgozariyê wek avakirinadibistanan û çêkirina Akademiyan ji kesên astengdar re, peydakirina malan jijinan re, durustbikin. Her wiha hewildana aktîvkirin û pêşxistina pirojeyên geşkirinacivakasivîl ûdemekrasiyê. Dîsa jî, em dixwazin alîkariya xêrxwazî bikinlê bêyî ku em wek ev rêxistinên mirovî yên klasîk bixebitin. Em di vê baweriyê de ne, ku hevkariya rast û alîkariya civakî, divê şiyanên civakê bi awayekî dûrûdirêj, bi pêş bixe, xwedîtıya xwecihî, bipêşbixe û baweriyê di nava civakê de, ava bike. Bi kurtasî, em di hewildana avakirina pirojeyên demdirêjde ne û nûavakirina pêşeroja herêmê bi armanca geşedan û pêşxistinê. Tevî ku rewş kambax e jî, em hêvîdar in em bibin çavkanî û jêdera vê prosesa dûrûdirêj.
Çi me cuda dike
Li ser erdê, gelek rêxistinên mirovî yên sivîl hene. Lê belê, ji ber rewşa siyasî û embargoyê, hemî karên wan sînordar in. Di encamê de ev rêxistinên mirovî bi awayekî sînordar û li gorî şiyanên pir hindik li Kurdistana Sûriyê dixebitin û ev yek jî karê wan asteng dike û çi cure alîkariyên mezin ji civakê re pêşkêş nakin. Li aliyê din, Hêvî Foundation dikaribû danûstandin bi hikûmeta herêma Kurdistanê û rêveberiya xweser ya Rojava Bakurê Sûriyê re bikira û gelek alîkarî wek derman, Ambulans û alîkariyên din ji herêma Kurdistanê derbasî Rojava bikira û radestî aliyên peywendîdar û kesên muhtac bikira. Ev diyar dike ku çiqas karê me li pêş e û me çiqas car alîkarî derbasî Rojava Kobanî kiriye û ji civakê re pêşkêş kiriye.
Hêvî peyveke kurdî ye û dema me rewşa sûrıyê mêzand, şer û pevçûnên rû didin, hêvıyê hîşt ku em wek komek ji çalakvanan karekî li rojava bikin û li Rojava bijîn. Ji ber ku me hêz û moralên xwe ji berxwedaniya gelê Rojava girt. Me xwest em, hejmarek ji çalakvan, teknokart, xwedan tecrûbe, bi armanca guherîn û veguherînekê li ser erdê çêbikin, bi kesên ji Rojava re hevkar bin û zanîna xwe tev têxin xizmeta gelê Rojava bakurî sûriyê.
Bi armanca destek kirina hemî pêkhateyên civakê, me dest bi avakirina saziya xwe kir û dest bi kar kir, armanca me ew e ku em çîn, pêkhate û endamên paşguhkirî yên civakê wek jin û zarokan destek bikin û pirojeyên xizmetgozariyê wek avakirina dibistanan û çêkirina Akademiyan ji kesên astengdar re, peydakirina malan ji jinan re, durust bikin. Her wiha hewildana aktîvkirin û pêşxistina pirojeyên geşkirina civaka sivîl û demekrasiyê. Dîsa jî, em dixwazin alîkariya xêrxwazî bikin lê bêyî ku em wek ev rêxistinên mirovî yên klasîk bixebitin.
Mîsyona me
Em di vê baweriyê de ne, ku hevkariya rast û alîkariya civakî, divê şiyanên civakê bi awayekî dûrûdirêj, bi pêş bixe, xwedîtıya xwecihî, bipêşbixe û baweriyê di nava civakê de, ava bike. Bi kurtasî, em di hewildana avakirina pirojeyên demdirêjde ne û nûavakirina pêşeroja herêmê bi armanca geşedan û pêşxistinê. Tevî ku rewş kambax e jî, em hêvîdar in em bibin çavkanî û jêdera vê prosesa dûrûdirêj.
Ne komeleyeke xêrxwaziyê ye,
lê belê saziyeke ku hêviyê diafirînê